AsyaCîhanNûçeRojhilatanavinSêwiran

ŞÊX SEÎD (1865 – 1925) Em Ji Bîr Nakin

Şêx Seîd an jî Şêx Seîdê Pîranî (z. 1865 li Qollhêsara Xinûsê Erzîrom − m. 29 pûşper 1925 li Amedê), şêxê neqşîbendî, pêşawa û şoreşgerê Kurd bû. Di sala 1925’an de bo dinê Îslâmê Serhildana Şêx Seîd da dest pê kirin. Bi xiyaneta bacenaxê Şêx Seîd ê serdar Qasim (Qaso), serokên serhildanê, Şêx Seîd û hevalên wî hatin dîlgirtin.

Di 10’ê gulana 1925’an de wan derxistin Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilatê (Şark İstiklal Mahkemesi) ya Diyarbekirê. Nêzîkî pêncî rojan darizandina wan dewam kir. Di 28’ê hezîranê 1925’an de, derbarê Şêx Seîd û 47 hevalên wî de dadgehê biryara darvekirinê (îdam) da. Du kes bi çend salan ceza xwarin. 28 kes di heman rojê de û yên din û Şêx Seîd di 29’ê hezîrana 1925’an de li taxa Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

Başa dön tuşu