IraqMisrNûçeRojhilatanavin

Şêxê Ezherê Şêx Ehmed Teyîb peşwazîyê serokwezîrê Iraqê qebûl kir

Şêxê Ezherê bersiva vexwandina fermî ya serokwezîrê Iraqê da.

Îro 24.04.2019ê rojnameya Sebah a fermî ya Iraqê belav kir ku wek nûnerê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, Ebdulkerîm Haşim serdana Misirê kiriye û nameya vexwandina fermî ya serokwezîr daye Şêxê Ezherê Şêx Ehmed Teyîp.

Li gor rojnameya Sebah belav kiriye, Şêxê Ezherê ragehandiye ku wê vexwandina serokwezîrê Iraqê qebûl dike û dê derfetekî herî demkurt de serdana Iraqê bike.

Zankoya Ezherê li Misirê yek ji zanko û navendên herî bi navbang ê cîhana îslamî ye û nunertiya mislimanên sunne dike.

Başa dön tuşu