ÎranNûçeRojhilatanavin

Seyarî careke din li ser dewama bernameyên parastinê yên Îranê pêgirî kir

Fermandarê hêza deryayiya artêşa Komara Islamî ya Îranê got: Îran ji bo cihanîna bernameyên xwe yên parastinê û meşqên leşkerî ji tu kesî fermanê wernagire.

Fermandarê hêza deryayiya artêşa Îranê, emîr deryadar Hebîbullah Seyarî roja duşemiyê, 23`ê Gulana 2016`an, li hevpeyivîna ligel ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê li bara pêşnivîsa biryarnameya teze ya kongreya Amerîkayê li dijî bernameyên parastinê yên Îranê her viha bisînorkirina meşqên leşkerî yên Îranê li Kendava Farsê got: Îranê li warê cihanîna bernameyên xwe yên parastinê yên hêzên çekdar ne ji ti kesî destûrê werdigire û ne jî bala xwe dide ser biryarnameyên ku hinek li dijî Îranê pesend dikin.

Deryadar Seyarî tevî pêgiriya li ser viya ku doktorîn û siyaseta Îranê destdirêjî nine, destnîşan kir: Komara Islamî ya Îranê wiqas amadetî, şiyan, imkan û çek û amorên xwe yên leşkerî hene ku bikare her cûre gefa ku li dijî Îranê hebe bi awayekî tund û bi tehlûke bibersivîne.

Deryadar Seyarî her viha got: Roja îro alav û imkanên hêza deryayiya artêşa Komara Islamî ya Îranê herêmî ne û ji aliyê pisporên îranî va hatine plandarêştin û berhemanîn û êdî tu hewcetiyek bi kirrîn yan tamîrkirina amor û alavên biyanî yan bi destê pisporên biyanî tine û Îran amade ye ku bi palpiştiya vê hêza xwe ya navxweyî û herêmî sînorên avî û deryayî biparêze. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu