NûçeRojhilatanavinSûriye

Serkirdeyekî leşkerî yê terorîstên Tehrîr El Şamê li bakûra rojavaya Sûriyê hate kuştin

EbulCûd, serkirdê koma terorîst a Tehrîr El Şamê li navça Şêx Elî li bakûra rojavaya Sûriyê hate kuştin.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRNA`yê, mêdyayên nêzîkî terorîstan ragihandin ev serkirdê leşkerî yê koma terorîst a Tehrîrî El Şamê li parêzgeha Idlibê li bakûrê rojavaya Sûriyê, ji aliyê kesên nenas ve bi derba gullê hatiye kuştin.

Berî niha jî Usame Xerîte, nasyar bi Ebûzêyd El Eskerî, serkirdê leşkerî yê koma terorîst a Ehrar El Şamê, hatibû kuştin, ev nêzîkî bajaroka Meire Mêsrînê li dorhêla bakûrî ya parêzgeha Idlibê ji aliyê kesên nenas ve bi derba gullê hatibû kuştin.

Berî dagîrkirina parêzgeha Idlibê li bakûrê rojavaya Sûriyê bi destê terorîstên tekfîrî, du bajarokên şîenişîn ên Fewe û Keferya ku 10 kîlometreyan dûrî bajarê Idlibê ne, ji 28`ê Adara 2015`an ve bi tamî ji aliyê terorîstên Ehrar El Şamê ve dorpêç bûn û jk wê demê şûnda bi awayekî rojane ketine ber êrişên terorîstî.

Li wê demê 14 hezar terorîstên ku li Tirkiyê perwerde û teyar bibûn, parêzgeha Idlibê dagîr kirin.

Eva heft sal in ku Sûriye bi hebûna komên çekdar û terorîstî yên wek DAIŞ û Cibhetunusrê ku ji aliyê welatên rojavayî û hin welatên navçê bi taybet Erebistanê ve pişta van tê girtin, rastî qeyranê hatiye.

Başa dön tuşu