ÎranNûçeRojhilatanavin

Seyd Ebas Iraqçî: Rawestana li ber mesela bikaranîna mafê mirovan wek amûrekê di destûra karê Komara Îslamî ya Îranê de ye

Seyd Ebas Iraqçî, alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa karûbarên hiqûqî û karûbarên  navneteweyî roja sêşemiyê li civîna rojnamevaniyê li Têhranê bal kişand ser komploya dijminan jibo xirakirina rûveka Komara Îslamî ya Îranê û diyar kir: Wezareta karên derve û erkantiya  mafên mirovan a teşkîlata dadweriyê ya Îranê li riyeke hevpar li hember êrişên ku li dû xirakirina rûmeta Komara Îslamî ya Îranê de radiwestin.

Iraqçî got: Piştî çareserkirina tawanên ku li mijara  navokî li Îranê tên girêdanê rewşa navneteweyî ya  nû pêk hatiye ku têde mewqiya Îranê li warê navneteweyî guheriye.  Midehek berî niha li civîna  civata giştî ya NY li karûbarên mafên mirovan, biryarnameyek li bin bandora lobîgeriya siyasî jibo rexnekirina rewşa mafên mirovan li Îranê hat pejirandin.

Ev biryarnameya ku tu armancek xênî zexta siyasî ser Îranê tinebû nîşan da ku welatên mîna Kanada, Emerîka û Brîtanyayê mafê mirovan wek amûrekê bi kar tînin.

Mafên mirovan li gor nihêrîna welatên  rojavayê bûye wek curek qaweta nerim ji bo zexta ser welatên serbixwe û neyarên nizama serdestxwaz. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu