Seyd Hesen Nesrullah: Îstifaya Herîrî, birayra Erebistanê bû
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê destnîşan kir: Îstifaya Sed Herîrî, serokwezîrê Lubnanê biryareke siûdiyan bi nivîsa siûdî bû ku Herîrî tenê ew xwendiye.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Seyd Hesen Nesrullah îro berêvarê li axiftinekê li bara alugurên vê dawiyê yên Lubnanê piştî îstifaya Sed Herîrî got: Herîrî hat vexewndin bo Riyzê û îstifaya wî biryara Erebistanê bû ku ji wî re hat dîktekirin û wî daxûyaniya Erebistanê xwend.
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê got: Ev îstifaya nîşa dide mudaxila Eşkere ya Erebistanê li karûbarên navxweyî yên Lubnanê ye.
Wî destnîşan kir: Hizbullaha Lubnanê daxawza îstifaya Sed Herîrî neidkir û çawaniya îstifaya wî li dijî hakimiyet, îzet û kerameta Lubnanê bû.
Seyd Hesen Nesrullah, bala xweda ser hevgavbûna îstifaya serokwezîrê Lubnanê bi girtiyên vê dawiyê yên şazadeyên siûdî li Erebistanê û got: Ev pirsa di rojevê de ye ku gelo dikarin îstifaya Sed Herîrî li çarçoveya şêr û pevçûnên Erebistana Siûdî li navçeyê hilkolin?
Wî her wiha bal kişand ser îdiayên li bara plana terora Sed Herîrî got: Yek ji hegerên îdiaya kanala siûdî ya El-Erebiyê li bara hewldana jibo terora Sed Herîrî jibo vê yekê ye ku girtina pêşiya vegeryana wî bo Lubnanê pîne bikin.
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê li bara hebûna hin dengoyan derheq vê yekê ku îstifaya serokwezîrê Lubnanê seretayek jibo şerê Îsraîlê li dijî Lubnanê ye, teqez kir: Îsraîlî li dijî Lubnanê ye û destnîşan kir: Îsraîlî bi Lubnanê re tu şerekî destpê nakin, meger ku serketina xwe li vî şerî eseh bizanin û îsraîlî xwe ji vî cengê dûr dixin.