LubnanNûçeRojhilatanavin

Seyd Hesen Nesrullah: Mûşekên berxwedanê dikarin her dereke Filistîna dagirbûyî bidin ber êrişan.

Seyd Hesen Nesrullah sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê teqez kir ku mûşekên berxwedanê dê bikaribin her dereke Filistîna dagirbûyî bidin ber êrişan.

Li gorî rapora IRIB Newsê, seyd Hesen Nesrullah îro li axiftinekê li koma hilbiajrtinê li başûrê Beyrûtê ji riya  vîdyo konferansê destnîşan kir: Hizbullaha Lubnanê tu carî dê dev ji berxwedanê ber nede û Berxwedan tu carî nayê  danûstandinkirin ji ber ku  bi fîdakariyên  herî mezin  hatiye destan û tê wateya keramet û şerefa me. Seyd Hesen Nesrullah bala xwe da ser cih û şûna bajarê Sûrê li berxwedana li dijî Rejîma Siyonîstî û got: Sûr li sala 1982` an li hemberî dagirkiran rawesta û yekim operasyona îstişhadî qewimî û  heybeta dijminê siyonîstî têk bir.

Seyd Hesen Nesrullah xitabî xelkê Lubnanê got: Peywira we parastina berxwedanê ye û eva tiştek e ku li roja 6 Gulana 2018` an  hûnê bikin dema ku malbat hemî ji gund û bajêran berê xwe didin ser sindûqên dengan û dengê xwe bidine  lîsteya Hêvî û emegdariyê , her dengekî we peyamek e ji gişk Lubnanê re û ji hemî cîhanê re ku emê dev ji berxwedanê ber nedin.

Seyd Hesen Nesrullah sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê her wiha bala xwe da ser rewşa aboriyê ya vî welatî  û rewşa niha dijwar nirxand û destnîşan kir: Rawestana li hember fesad û gendeliyê hevceyî bi  birara siyasî ya micid heye. Xelkê Lubnanê ji îro ve dê li meydanê bin.

Başa dön tuşu