ÎranNûçeRojhilatanavin

Osqufê mezin ê Ermeniyên Têhranê: ”Em dizanin ku Quds paytexta Filistînê yê.”

Osqufê mezin ê Ermeniyên Têhranê got: “Şopînerên olên cûrbicûr bi taybet olên xwedayî li Îranê xwedan mafê azadiyên destnîşankirî li qanûna bingehîn ji bo hilkoalndina karên xwe ne“.

Li gorî rapora IRNA`yê, Osqufê mezin ê Ermeniyên Têhranê, Sebo Sirkîsiyan roja Sêşemiyê bi boneya Jidêbûna îsa Mesîh (S) li nav endamên Konseya bajarê Têhranê got: “Di van rojên pîroz û hêja da, cîhan zêdetir ji her demeka din hewcedara aştî, aramî û dostiyê ye“.

Sirkîsiyan got: “Pêkhatina aştiyê li dinyayê girêdayî bi serêxwegirtina edaletê û vegerandina mafên binpêbûyî yên gelan e û dîrokê jî nîşan daye ku aştî û edalet tenê demekê serê xwe digirin ku gotûbêj, dostî û rêzgirtina dualî navbera şopînerên olên xwedayî cih bê“.

Osqufê mezin ê Ermeniyên Têhranê destnîşan kir: “Dîroka Îranê vê rastiyê nîşan dide ku rûniştiyên vî welatî ji mêj va  şopînerên her kîjan ji olên xwedayî ku bûne, li kêleka hev jiyane û xebitîne û bi pêkvejiyana bi aştî û rêzgirtin û dostiya dualî heqaniyeta ayetên pirtûka pîroz selimandine“.

Osqufê mezin ê Ermeniyên Têhranê her wiha got ku biryara neberaqil a Doland Trumpê serokomarê Amerîkayê ya veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Til Avîvê bo Beytulmuqedesê û sersariya li hemberî biryarname û qanûnên navneteweyî, cîhan û bi tayebt gelên aştîxwaz û edaletxwaz tûşî kêşeyeka teze kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu