Sekreterê giştî yê tevgera Hizbullaha Lubnanê li gotûbêja teleonî tev hêzên vê tevgerê ku ji parêzvanên bajarokên Fûe û Keferyayê li Sûriyê bûn, ji wan spasî û qedrzanî kir.
Hevgavê derketian hezaran ks ji xelkê Fe û Keferyayê ji Idlibê li gor hevhatina navbera dewleta Sûriyê û komên çekdar û terorîstî, şeş kes ji hêzên Hizbullaha Lubnanê jî piştî sê salan berxwedanê, berê xwe dan Lubnanê.
Li gorî rapora kanala El-Meyadînê, seyd Hesen Nesrullah, sekreteê giştîyê Hizbulaha Lubnanê roja îniyê li gotûbêja telefonî tev têkoşerên Hizbullaha Lubnanê destnîşan kir: Berevanên bajarokên şîeniîn ên Fûe û Keferyayê, hemasa herî mezin a îstiqamet, serketin û berxwedanê lidîroka Hizbullahê pêk anîn.
Hêzên Hizbullahê ji sala 2015`an ku bajarokên Fûe û Keferyayê ketine dorpêça terorîstan, berevaniya van du bajarokan kirin.
Ji Lubnanê hatiye raghandin ku Hizbullah û malbatên şeş berevanan tev malbatên şehîdên berxwedanê û xelkê vî welatî xwe ji bo pêşewaziya ji wan amade dikin.
Hizbullaha Lubnanê li salên derbasbûyî li kêleka hêzên dewletî yên Sûriyê û hevpeymanên wê li şerê li hember komên terorîstî li vî welatî beşdariyê dike.