IraqNûçeRojhilatanavin

Lahur Şêx Cengî û Yan Kobîç lihev civiyan

Lahur Şêx Cengî û Yan Kobîç derbarê rewşa Herêm û Êraqê de lihev civiyan.

Îro roja yekşemê 14-10-2018`an, li bajarê Silêmaniyê, berpirsê ajansa parastin û zanyariyên li Herêma Kurdistanê Lahur Şêx Cengî Talebanî pêşwazî li nûnerê taybet yê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Yan Kobêç kir.

Di wê civîna du qolî de, herdu aliyan li ser wê yekê tekez kir ku pêwîste bi zûhtirîn dem hikûmet li Êraq û Herêma Kurdistanê pêk were û kêşeyên welatiyan çareser bikin.

Her weha yekrêzî û rêkevtina aliyên kurdî di nava xwe de li Bexdadê, ew jî mijareke din ya wê civîna du alî bû ye.

Başa dön tuşu