ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran xizmetên doxtorî bo rûniştî û awareyên şerê DAIŞ`ê li Kurdistana Iraqê raber dike

Serkonsolê Komara îslamî ya Îranê li Hewlêrê ragiahnd: Koma doxtoriya Îranê li Herêma Kurdistana Iraqê rûniştî û awareyên ji ber şêrr belaş dermann dike.

Murtiza Ebadî li hevpeyivîna ligel ajansa nûçeyan a Kurd Press`ê got: Komeke doxtoriyê ji doxtorên pispor ên îranî hevrê ligel dermanê ku doxtorên pispor li warê çav, çerm, hundir, gurçî, ortopêd, zarok, jin û zayîn û nezabûn, bêhişî û mnîştergeriyê wek kiryareke mirovhezane û li dewama hevkariyên dermanî di navbera du aliyan da tevî çûyîna Herêma Kurdistanê û cihbûna li nexweşxaneya navendiya bajarê Akriyê ser bi parêzgeha Dihokê ji îro va bi qasî pênc rojan nexweşan çi yên aware û çi yên rûniştiyê vê herêmê derman dikin.

Ebadî her viha got: Amadebûna koma doxtoriya îranî li Herêma Kurdistana Iraqê ji bilî rêzgirtina li berxwedana şervanan û hedûra awareyan, derfetek ji bo bidestxistina hêsantir a gel ya doxtorên pispor û danûstandina tecrubeyê li nav doxtorên du aliyan e. Komên doxtoriyê yên îranê pêştir bi amadebûna li navçeyên Beherke, Benslawe, Çûman û Diyanayê û iodareya hêzên kurd ên taybetî vê herêmê nasyar bi Pêşmerge, beşdarî pêvajoya dermanê bûbûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu