IraqNûçeRojhilatanavin

Iraq di Kongreya Behreynê de beşdar nabe

Wezareta derve ya Iraqê ragihand: Bexda rûniştina aborî ya Behreynê ku bi piştgiriya Amerîkayê lidar dikeve, despêka cihanîna Plana amerîkî ya “Danûstandina Serdemê” dizane û tê de beşdar nabe.

Berdevkê wezareta derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf duh li gotûbêja xwe ya bi kanala Al-Mayadeen re got: Beşdar nebûna Iraqê di Kongreya Behreynê de nîşana helwêst û siyaseta mayinde û zelal a Bexdayê derheq mesela Filistînê ye.

Ehmed El-Sehaf got: Iraq pêkanîna dewlet û welatê Filistînê bku paytexta wê Qudis bibe, mafê berheq ê gelê filistînî dizane.

Wezîrê derve yê Libnanê Cubran Basîl jî ragihand ku Libnan di Kongreya Behreynê de beşdar nabe , çûnku filistînî bi xwe di vê kongereyê de beşdar nabin.

Berî niha rayedarên Filistînê biryar dabûn vê kongreyê boykot bikin û ji ber viya tê pêşbînîkirin ku ev hewldana Amerîkayê li dijî gelê Filistînê negihêje encamê.

NY, Çîn û Rûsyayê jî diyar kirine li Rûniştina Menamê ya bi navê destekdayîna aboriya Filistînê ku di çarçova cihanîna plana amerîkî ya “Danûstandina Serdemê” ye beşdar nabin.

Hêjayî gotinê ye ku Kongreya hanê dê di 25-26`ê meha Hezîranê li Menamê paytexta Behreynê were lidarxistin. Ev kongre ser navê destekdayîna aboriya Filistînê bi piştgiriya Washingtonê tê lidarxistin, lê belê armanca wê ya sereke destekdayîna bo pêşvebirina Plana amerîkî ya “Danûstandina Serdemê” ye.

Başa dön tuşu