Seyid Ebas Iraqçî: Mayîna Îranê li rêketina navokî maye ser kiryarên welatên ewrûpî, Rûsiye û Çînê
Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Mayîna Îranê li rêketina navokî maye ser kiryarên weltên ewrûpî, Rûsiye û Çînê.
Seyd Ebas Iraqçî ku ji bo şîwirîna tev Sergeyî Riaybkof alîkarê wezîrê wezîrê karên derve yê Rûsiyê sefera Moskowayê kiribû, roja înê li gotûbêja bi IRINA`yê re, li bara nirxandina rewşa rêketina navokî got: Îran li bendê ye ku gelo endamên din ên mayî li rêketina navokî dikarin berjeqwendiyên ku Komara Îslamî ya Îranê li rêketina navokî hebûye, dabîn bikin.
Iraqçî li bersiva vê pirsê ku bi caran daxwaziyên Îranê ji welatên ewrûpî ketine rojevê, gelo daxwaziyên ji Rûsiyê jî di rojevê de ne yan na, got: Peywendiyên navbera Îran û Rûsuiyê jorayî rêketina navokî ne.
Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser v yekê ku helwêsta Moskowayê ser parastina rêketina navokî ye û destnîşan kir ku Rûsiye tim îsrarê dike ku daxwaziyên Îranê li rêketina navokî û berjewdniyên Têhranê bên garantîkirin.
Seyd Ebas Iraqçî, Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ji bo behs û gotûbêja li bara dawîn rewşa rêketina navokî piştî derketina Emerîkayê, ser deweta Sergey Ryabkov, roja înê gihêşt Moskowayê.
Iraqçî û Ryabkov li hevdîtina xwe ser pêwîstiya raberkirina bername û rêçareyên pêdivî ji aliyê endamên mayî li rêketina navokî bona dabînkirina mafên rewa yên gelê Îranê sekinîn.