ÎranNûçeRojhilatanavin

Seyid Ebas Iraqçî: Mayîna Îranê li rêketina navokî maye ser kiryarên welatên ewrûpî, Rûsiye û Çînê

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Mayîna Îranê li rêketina navokî maye ser kiryarên weltên ewrûpî, Rûsiye û Çînê.

 Seyd Ebas Iraqçî ku ji bo şîwirîna tev Sergeyî Riaybkof alîkarê wezîrê wezîrê karên derve yê Rûsiyê sefera Moskowayê kiribû, roja înê li gotûbêja bi  IRINA`yê re, li bara nirxandina rewşa rêketina navokî got: Îran li bendê ye ku gelo endamên din ên mayî li rêketina navokî dikarin berjeqwendiyên  ku Komara Îslamî ya Îranê li rêketina navokî  hebûye, dabîn bikin.

Iraqçî li bersiva vê pirsê ku bi caran daxwaziyên Îranê ji welatên ewrûpî ketine rojevê, gelo daxwaziyên ji Rûsiyê jî di rojevê de ne yan na, got: Peywendiyên navbera  Îran û Rûsuiyê jorayî rêketina navokî ne.

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser v yekê ku  helwêsta  Moskowayê  ser parastina rêketina navokî ye û destnîşan kir ku Rûsiye tim îsrarê dike ku  daxwaziyên  Îranê li rêketina navokî û berjewdniyên Têhranê bên garantîkirin.

Seyd Ebas Iraqçî, Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ji bo behs û gotûbêja li bara  dawîn rewşa  rêketina navokî piştî derketina Emerîkayê, ser deweta Sergey Ryabkov, roja  înê gihêşt Moskowayê.

Iraqçî û Ryabkov li hevdîtina  xwe ser pêwîstiya  raberkirina  bername û rêçareyên  pêdivî ji aliyê endamên mayî li rêketina navokî bona dabînkirina mafên rewa yên gelê Îranê sekinîn.

Başa dön tuşu