FilistînÎranIraqLubnanNûçeRojhilatanavin

Seyîd Ebû Torabîferd: Libnan, Iraq, Sûrîye, Yemen û Filistîn bi mînakwergirtina ji Berevanîya Pîroz a Îranê, li hemberî rêjîmên zorbêj têdikoşin

Pêşnimêjê demkî yê nimêja înîya Têhranê bal kişand ser komployên dijmin ji bo ku derbê li aborîya Îranê bide û pêgirî kir: Komara Islamî ya Îranê şîyaneke zêde ji bo sekinîna li hemberî komployên aborîyê yên dijmin heye.

Hucet ul islam Seyîd Mihemedhesen Ebûtorabîferd li xutbeyên vê hefteyê yên nimêja înîya Têhranê bal kişand ser boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê û got: Boykotên Amerîkayê derfetek ji bo geşatîya aborîya Îranê ne.

Wî herwiha bal kişand ser salroja vegera êxsîrên azadkirî yên îranî û got: Êxsîrên azadbûyî ku dewraneke dijwar li zîndanên rêjîma Beis a Iraqê derbas kirin, peyamînerên xwîna şehîdên Îranê ne.

Pêşnimêjê demkî yê nimêja înîya Têhranê bi gotina vîya ku di 8 salên Berevanîya Pîroz li hemberî rêjîma Beis a Iraqê de, welatê me li qûçê  warên sîyasî, zanistî, aborî û leşkerî cî girt, dîyar kir: Libnan, Iraq, Sûrîye, Yemen û Filistîn bi mînakwergirtina ji Berevanîya Pîroz a Îranê, li hemberî rêjîmên zorbêj têdikoşin.

Başa dön tuşu