Desteyeke payebilind a Hevpeymaniya Çaksazî û Avedankirinê bi serokatiya Seyid Emar Hekîm ku seredana Hewlêrê kirîye, bi Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê re hevdîtin pêk anî.
Seyîd Emmar Hekîm di vê hevdîtinê de pêgirî l iser girîngîya piştgirîya ji dewleta bê ya Iraqê, gotûbêja Bexda û Hewlêrê ji bo nehîştina pirsgirêkn û nakokîyan û pêwîstîya dûrxistina Iraqê ji gêreyên herêmî û navnetewî û meşandina sîyaseta muzakirê kir.
Seyîd Emmar Hekîm herwiha xwest ku dîyalog wekî rêbaza çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de were bikaranînê û ragihand: Bikaranîna mentiqa dîyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan ser xêra her kesî ye.
Di civînê de behsa qonaxa dahatî ya proseya siyasî ya Iraqê hat kirin û herdu alî nêrîna wan hevbeş bû, ku proseya siyasî ya Iraqê li ser sê bingehên “hevbeşî, wekhevî û lihevkirinê” birêve biçe û kêşeyên Hewlêr-Bexdayê li gorî destûrê bêne çareserkirin.
Di civînê de herwiha tekezî li ser wê yekê hate kirin, ku hemû alî bo qonaxa dahatî hewlên cidî bidin bo pêşxistina Iraqê ji hermû aliyekî ve û kar bo cîbicîkirina daxwaziyên welatiyan, û dabînkirina istiqrar, avedanî û dabînkirina xweşguzeraniyê bikin.