IraqNûçeRojhilatanavin

Seyîd Emar Hekîm daxwaza rawestana cidî li hember kesên ku qanûnê binpê dikin

Serokê Tevgera Hikmeya Neteweyî ya Iraqê daxwaza rawestana cidî li hember kesên ku qanûnê binpê dikin û her wiha li hember komên kirêgirtî yên kavilkir li nav xwenîşanderên gelanî kir.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRNA`yê, seyd Emar Hekîm serokê tevgera Hikmeya Neteweyî ya Iraqê, li twîttera xwe de evî piştgiriya ji nerazîbûnên bi aşitî yê xelkê vî welatî nivîsî: Hevgavê hişyariya dubare li bara cihgirtina kesên kirêgirtî di nav xwenîşanderan de û êrişa ser welatiyan û mal û milkên giştîî û taybet û birêxistina  aloziyê, dewlet û saziyên ewlehiyê yên Iraqê divê bi micidî li hember  kesên qanûnê binpê dikin, rawestin. 

 Hekîm her wiha ser mafê welatiyan li xwenîşandanên bi aşitî bona hilêxistina bîr û rayên xwe û piştgiriya ji xwestekên rewa û neçarkirina saziyên hikûmetî yên cihanînê û qanûndanînê bo cihanîna xwestekên gelê Iraqê teqez kir. 

 Hin parêzgehên Iraqê li heftiyên  vê dawiyê şehedê lidarxistina xwenîşandanê bona protestokirina rewşa nebaş a xizmetên giştî, nebûna derfetên kar û şuxilan û gendeliya îdarî ne lê ev nerazîbûn li rojên buhurî  rastî şîdetê hatine û bi dehan kuştî û birîndar hebûne.

Başa dön tuşu