Seyid Emar Hekîm: Em siyaseta boykotê qebûl nakin
Seyid Emar Hekîm, serokê tevegra Hikmeya neteweyî ya Iarqê li hevdîtina bi Daglas Sîlîman balyozê Emerîkayê li Bexdayê got:Em siyaseta boykotê qebûl nakin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Seyid Emar Hekîm roja çarşemiyê li vê hevdîtinê bal kişand ser vê yekê ku iraqî siyaseta boykota gelan qebûl nakin û got: Ev siyaset encamên neyînî yên zav ji bo ewlehî û aramiya Rojhilata Navîn heye.
Wî bal kişand ser boykotên Emerîkayê li dijî Îranê û got: dê dûhatên neyînî yên van boykotan pêsîra gelê Iraqê jî bigere ku peywendiyên civakî, aborî û şandî yên berfireh bi îraniyan re hene.
Seyid Emar Hekîm, pêştir jî tevî şermezarkirina boykotên Waşengtonê li dijî Têhranê, boykota Îranê li dijî berjewendiyên Iraqê û welatên navçê raghandibû.