NûçeRojhilatanavin

Cabirî Ensarî: Meşqa hêzên çekdar ên Îranê, dijî lihevkirina navokî ninin

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê got: Meşqa vê dawiyê ya hêzên çekdar ên Îranê û çekên ku tê de bi kar hatine, ti dijayetiyek bi sozên Îranê yên li lihevkirina navokî de tunene.

Sadiq Hisên Cabirî Ensarî, li berteka li hember îdiaya hin çavkaniyên nûçeyan ên rojavayî li bara meşqa Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamiya Îranê, herwiha got: Ev meşqa dijî biryarnama 2231a Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên yekgirtî (NY) nine û îdiaya binpêbûna vê biryarnameyê nayê qebûlkirin.

Cabêrî Ensarî, destnîşan kir: Çekên komkujiyê ji wan çekên navokî, tu cîgeheka xwe li bingehîn baweriyê û doktorîna berevaniya Îranê tuneye û hemi mûşekên nêzîkmenzîl, navînmenzil û dûrmenzil ên Îranê, ji wan mûşekên Balistîk û alavên naskirî yên berevaniyê, bona berevanîkirinê ne û tu yek ji wan bona hilgirtina komikên navokî nehatine çêkirin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, pêgîrî kir: Îran li ser ewlehiyê û şiyana xwe ya berevanîkirinê, tu caran gotûbêjê nake bi berçavgirtina sozên navneteweyî, dê dewamê bide bernameya xwe ya mûşekî ya bervaniya tam û meşrû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu