IraqNûçeRojhilatanavin

Seyîd Emar Hekîm: Ji hemî qewm û mezheban ji wan birayên sune, êzidî, kurd, tirkmen û mesîhî nav hêzên Heşdi Şeibî da hene û di rastîyê da ev hêza bûye semboleke netewî ya Iraqê ku istiratêjîya wê berfirekirina ewlehîyê li hemî deverên Iraqê ye

Serokê Hevalbendîya Netewî ya Iraqê got ku hin belge ber desta hene ku hebûna efserên serbazî û lêzanînê yên hin welatên navçê li Iraqê isbat dikin û ew belge yê bên weşandin.

Seyîd Emar Hekîm serokê Hevalbendîya Netewî ya Iraqê îro li gotûbêja tev nûçegihanê IRIB News`ê, Ew efser erkdarê birêvebirina têrorîstan li Mûsilê û bajarên din li Iraqê ne.

Serokê Hevalbendîya Netewî ya Iraqê ji hebûna eskerên bîyanî li deverê jî rexne girt û got: Hebûna hêzên bîyanî li navçê netenê alîkarîyê nade dabînkirina ewlehîya welatên navçê, belkî dibe sedema bêewlehîtîyê û berfirebûna xercên ewlehîyê. li navçê.

Seyîd Emar Hekîm serokê Hevalbendîya Netewî ya Iraqê di bersiva rexnekirên pêkanîna hêzên serferberîya gelanî ango Heşdi Şeibî ku niha li hemberî têrorîstan şêrr dikin, got: Biryarên ku li Iraqê tên dayînê têkildarî gel û li gorî berjewendîyên netewî yên vî welatî ne û mafê bîyanîyan tune ku destwerdanê têda bikin.

Wî herwiha pêkutî kir: Pêkanîna hêza Heşdi Şeibî destpêkê têkilîya xwe bi Şîeyan ra hebû lê, bi pejirandina plana pêkanîna vê hêzê li parlimana Iraqê, bûye hêzeke netewî.

Seyîd Emar Hekîm serokê Hevalbendîya Netewî ya Iraqê herwiha got: Ji hemî qewm û mezheban ji wan birayên sune, êzidî, kurd, tirkmen û mesîhî nav hêzên Heşdi Şeibî da hene û di rastîyê da ev hêza bûye semboleke netewî ya Iraqê ku istiratêjîya wê berfirekirina ewlehîyê li hemî deverên Iraqê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu