IraqNûçeRojhilatanavin

Seyîd Emmar Hekîm: Serokomarê nû divê nunerê hemî gelê Iraqê be

Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê di hevdîtina digel serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li Bexdayê de got: Serokomarê nû divê nunerê hemî gelê Iraqê be.

Seyîd Emmar Hekîm pêgirî li ser pêwîstîya teqilkirina demajoya bijartina serokomar û serokwezîr anegorî xişteya demê û mêkanîzmên qanûnî bi merema pêkanîna dewleta bê ya Iraqê kir û got: Ew dewleta divê li gorî mercên merceyê dînî yê Iraqê pêk bê.

Serokê Bereya Hikmeta Netewî ya Iraqê bal kişand ser vê yekê ku dewleta bê ya Iraqê divê raberkirina xizmetan ji bo welatîyan bike ewlewîyeta karên xwe ta ku asta xizmetguzarî û pêşxistina welêt jorda here.

Seyîd Emmar Hekîm pêgirî li ser girîngîya hevkarîya dezgeh serokomarî û parlimana Iraqê jî kir û got: Serokomarê vî welatî divê di warê peywendîyên navnetewî û herêmî de ser navê Iraqê kar bike.

Li gor daxuyaniya ofîsa serokê Tevgera Hîkmeya Netewî ya Iraqê, Seyîd Emmar Hekîm êvara duşem 1`ê Cotmehê pêşwaziya serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê kir.

Başa dön tuşu