NûçeLubnanRojhilatanavin

Seyid Hesen Nesrullah dê roja Îniyê biaxive

Seyid Hesen Nesrullah Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê dê roja Îniya vê hefteyê biaxive.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Kanala El-Ehdê, Seyid Hesen Nesrullah Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê dê êvara Îniyê, 30ê Kanûna 2022an, saet 8:30 li gorî dema xwecihî derbarê rûdanên siyasî yên navxweyî li Libnanê û hin mijarên din biaxive.

Li gorî vê raporê, serokkomarê Libnanê yê nû nehatiye diyarkirin û tevî k hejmara civînên lidarketî yên parlimanê ji bo bijartina serokkomarê vî welatî bi hejmara pêçiyên destan beranberî dike, heta niha ti encameke van civînan tunebûye.

Hizbullahê ji destpêkê va daxwaza lihevhatina navxweyî derbarê bijartina serokkomar kiriye, ji ber ku lihevhatin rêkara herî bilez ji bo serêxwegirtina vê mijarê û derketin ji asêbûna siyasî ye.

Hêjayî gotinê ye, qanûndanerên libnanî heta niha deh caran hewl daye da ku li ser bijartina dewsgirê Mîşil Ewn piştî bidawîhatina heyama şeşsalî ya serokkomartiya wî li hev bikin, lê her car bi ser neketin û vê yekê nîgeraniyên ji gurrtirbûna qeyrana siyasî zêdetir kirine.

Başa dön tuşu