Seyid Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, bal kişand ser vê yekê ku ev tevgera ne şerxwaz e lê jê natirse û got: Dema ku dijminê siyonîstî berxwedana lubnaniyan dît, baştir zanî ku bêyî tu şertekê ji başûrê Lubnanê paşde vekişe.
25 Gulana 2000`an Rejîma Siyonîstî piştî berxwedana gelê Lubnanê, neçar ma ji başûrê vî welatî paşde vekişe.
Gelê Lubnanê wê roja weke eyda berxwedanê û azadkirinê bi nav kirin.
Li gorî rapora IRNA`yê,Seyid Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, roja îniyê li axiftinekê bi munasibeta 18 mîn salvegera serketina berxwedanê û azadkirina başûrê Lubnanê bal kişand ser vê yekê ku îmakana berxwedanê ji sala 1982`an heya sala 200`0an çi ji babet hejmara hêzan û çi jî ji babet îmkanên eskerî pir kêm bû û destnîşan kir: Hêzên berxwedanê selimandin ku hêjayî serketinê ne û ezmûna serketinê nîşan da ku dijminê siyonîstî li hember berxwedanê, pêbaweriay xwe ji dest daye .
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, bal kişand ser boykotên Emerîka û konseya hevkariay kendava Farsê li dijî Hizbullahê got: Armanca gefan eva ye ku xelkê ji bereya berxwedanê dûr bikin, lê şerê Emerîka û ehvpeymanên wan li hember bereya berxwedanê rastî işkestê hatiye. Seyd Hesen Nesrullah her wiha got: Hegera sereke ya zextên berdewam ên Emerîkayê li dijî Îranê jî eva ye ku ev welata piştgirê sereke yê bereya berxwedanê li Lubnan û li navçê ye.
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, li bara îdiayên Meqribê li bara piştgiriya vê partiyê ji bereya Polîsaryo got: Hizbullahê tu peywendiyek bi vê bereyê re tine û wezîrê karên derve yê Meqribê tu heger û belegeyk ji bo îdayên xwe raber nekiriye.