CîhanNûçeRojhilatanavin

Li bajarê Gîze yê Misrê di pevçûnên şerê çekdarî de 5 polîsên wî welatî hatin kuştin

Li navçeya Seqera ya bajarê Gîze ya Misirê çend çekdarên nasname ne diyar êrişî noqteya kontrol a polan kirin. Di encama êrişê de di navbera herdu aliyan pevçûn derket û 5 polîsên misrî canê xwe ji dest dan.

Heta niha ti kes an jî rêxistinan ev êrişa ser kontrola ewlehî ya polîsan negirtiye ser xwe.

Di van çend mehên dawîn de li Misrê êrişên çekdarî yê li dijî hêzên ewlehiyê pêk tên. Ev êriş herî zêde li herêma Sîna ya Misirê, hêzên wî welatî rastî êrişên komên tundrew tên. Bi taybetî jî rêxistina terorîst a DAIŞê gelek êriş û teqînên herêma Sînayê girtiye ser xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu