ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê li dîwana navnetewî ya dadweriya cîhanî ji Amerîkayê şikayet kiriye

Berdevkê wezaretakarên derve yê Komara îslamî ya Îranê duşemê şev got: Şikayeta Îranê ji Amerîkayê ji ber binpêkirina peymanamên navnetewî û bitaybet peymanama ser navê dostaniyê bûye.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve yê Komara îslamî ya Îranê bal kişande ser şikayeta Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ji Amerîka û got: Bona bersivdayîna bo kiryarên neqanûnî yên Amerîka dijî Îranê yên wekî boykotên dijî welêt; wezareta karên derve bi hevahengiya saziyên din ên welêt ji Amerîkayê şikayet kir û naveroka vê şikayetê jî ji ber vê yekê ye ku Amerîka soz û qirarên navnetewî û bitaybet peymanama dostanî û peywendiyên abûrî û hiqûqa konsûlî ku li sala 1955 ev peymanama hatiye pejirîn , berçav negirtiye.

Wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê li dîwana navnetewî ya dadweriya cîhanî ji Amerîkayê şikayet kiriye.

Qasimî ragihand: Piştî ku wezareta karên derve ya Komara îslamî ya Îranê bi parêzer û mişêwirên hiqûqî va şêwirî , ev şikayeta hate kemilandin û li 16 Tîrmehê ev şikayeta gihêşte Dîwana Navnetewî ya dadweriyê.

Qasimî ragihand ku li şikayeta Îranê hatiye destnîşankirin ku Amerîka bi boykotên ducarî yên navokî dijî Îranê xalên 4, 7, 8, 9 û10 peymanama dostaniyê binpê kiriye û pêwîst e xisarên ku li Îranê ketine bicebirîne.

Başa dön tuşu