LubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Seyid Hesen Nesrullah: Kiryara Trump li dijî Golana dagirbûyî, îhaneta li cîhana Îslamê ye

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lunanê, kirayara serokkomarê Emerîkayê li bifermînaskirina Golanê wek erdên bin hakimiyeta Rejîma Siyonîstî îhaneta li welatên cîhana Îslamê û welatên cîhana ereb da zanîn.

Li gorî rapora Fars News`ê, seyid Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê roja sêşemiyê li bara kiryara bi djiminatî ya Donald Trump serokkomarê Emerîkayê  li dijî Golana dagrbyî got: Ev kiryara  Emerîkayê li dijî Golanê, derbeyeke  giran li pêvajoya aşitiyê li navça rojava Asiyayê xist.

Seyid Nesrullah her wiha got: Beşdarên civîna tê ya rayedarên ereb li Tûnisê divê plana  aşitiya erebî bistînin û vegerînin niqta sifrê.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê  her wiha bal kişand ser sefera wezîrê karên derve yê Emerîkayê bo Lubnanê û diyar kir: Mayk Pompêo wezîrê karên derve yê Emerîkayê li sefera Lubnanê tu gotineke sadiqane û rast li gor rasitiyên Lubnanê nexistin rojevê û tenê birek derewên pûç li dijî Îranê û Hizbullahê xistin rojevê.

Seyid Nesrullah bal kişand ser vê yekê ku  Hizbullahê li 34 salên buhurî berevaniya gelê Lubnanê kiriye û got: Emerîka dixweze dagirkeriya Rejîma Îsraîlê tesbît bike û gelê Lubnanê dayne ber xeterê.

 Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê  destnîşan kir: Îran bona damezrandina aramî û geşatiya Lubnanê li kêleka Hizbullahê ye.

Seyid Nesrullah amaje kir bi salroja destpêbûna destdirêjiya hevalbendiya siûdî ser Yemenê û got: Meşa îro ya gelê Yemenê li bajarên curbicure vî welatî û nîşana  mayîndebûna, berxwedan, viyan û îradeya wan a xurt bona rawestana li ber destdirêjkiran e.

Başa dön tuşu