Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lunanê, kirayara serokkomarê Emerîkayê li bifermînaskirina Golanê wek erdên bin hakimiyeta Rejîma Siyonîstî îhaneta li welatên cîhana Îslamê û welatên cîhana ereb da zanîn.
Li gorî rapora Fars News`ê, seyid Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê roja sêşemiyê li bara kiryara bi djiminatî ya Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li dijî Golana dagrbyî got: Ev kiryara Emerîkayê li dijî Golanê, derbeyeke giran li pêvajoya aşitiyê li navça rojava Asiyayê xist.
Seyid Nesrullah her wiha got: Beşdarên civîna tê ya rayedarên ereb li Tûnisê divê plana aşitiya erebî bistînin û vegerînin niqta sifrê.
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê her wiha bal kişand ser sefera wezîrê karên derve yê Emerîkayê bo Lubnanê û diyar kir: Mayk Pompêo wezîrê karên derve yê Emerîkayê li sefera Lubnanê tu gotineke sadiqane û rast li gor rasitiyên Lubnanê nexistin rojevê û tenê birek derewên pûç li dijî Îranê û Hizbullahê xistin rojevê.
Seyid Nesrullah bal kişand ser vê yekê ku Hizbullahê li 34 salên buhurî berevaniya gelê Lubnanê kiriye û got: Emerîka dixweze dagirkeriya Rejîma Îsraîlê tesbît bike û gelê Lubnanê dayne ber xeterê.
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê destnîşan kir: Îran bona damezrandina aramî û geşatiya Lubnanê li kêleka Hizbullahê ye.
Seyid Nesrullah amaje kir bi salroja destpêbûna destdirêjiya hevalbendiya siûdî ser Yemenê û got: Meşa îro ya gelê Yemenê li bajarên curbicure vî welatî û nîşana mayîndebûna, berxwedan, viyan û îradeya wan a xurt bona rawestana li ber destdirêjkiran e.