IraqNûçeRojhilatanavin

Sazîya Îstixbarata Iraqê ragihand ku koma têrorîst a DAIŞ`ê hejmareke din ji sivîlên iraqî li bajarê Mûsilê kuştin

Li gorî rapora sazîya Îstixbarata Iraqê, têrorîstên DAIŞ`ê jibo girêdana kolaneke sereke li bajarê Mûsilê, tankêreke bombekirî teqendin ku di encamê da 22 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Ji hêla din ve balafirên cengê yên Iraqê pêgehên têrorîstên DAIŞ`ê li Neynewayê dan ber bombeyan ku di encamê da 11 fermandarên vê komê hatin kuştinê.

Li gorî rapora televîzyona Al- Iraqia`yê, navenda ragihandinê ya artêşa Iraqê bi daxûyanîyekê ragihand ku balafirên cengê yên Iraqê baregehên têrorîstan li rojavaya Mûsilê dan ber bombeyan ku di encamê da 11 serkirdên DAIŞ`ê û 18 têrorîstên vê komê hatin kuştinê.

Balafirên cengê yên Iraqê di encama opêrasyoneke din da jî karîn ku navendeke fermandarîya koma têrorîst a DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê bikin armanc ku di encamê da ev baregeha tam ji nav çû.

Di encama vê operasyonê da 7 karzanên leşkerî yên DAIŞ`ê ku bîyanî bûn û çend balafirên bêpîlot ên vê komê bi bombeyan teyar kiribûn hatin kuştinê.

Ji hêla din va, Şukur Neîmî yek ji fermandarên artêşa Iraqê bal kişand ser têketina hêzên artêşa Iraqê nav xetên berevanîyê yên têrorîstan li deverên Seker û Tamîmê li bakûra rojhilata Mûsilê û got: Hêzên iraqî kontrola nîvê perravên rojhilata vî şarî girtine destê xwe.

Eva li halekî ye ku çavkanîyên serbazî yên Iraqê ragihandin ku jîyan li deverên rojhilata Mûsilê ku ji bin lepên têrorîstên DAIş` hatine rizgarkirinê asayî dibe ku yek ji wan deveran Kokcelî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu