FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Seyid Îbrahîm Reîsî: Roja Qudsê nîşana kîn û nefreta ji zaliman e

Serokê Teşkîlata Dadweriya Îranê, roja cîhanî ya Qudsê nîşana kîn û nefreta ji zalim û zordaran û her wiha nîşandayîna baldariya ser kesên istûxwar û belengaz bi nav kir.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, roja çarşemiyê li nav koma nûçegîhanan destnîşan kir: Li armanca pir bilind a Komara Îslamî ya Îranê ji roja ewilî va,  azadiya qudsê ji van meselên  giring an  yekim mesela  cîhana Îslamê hatiye zanîn û îro jî piştî 40 salan her tim mesela Qudsê û azadiya Filistînê yekim mesela cîhana Îslamê ye.

Serokê Teşkîalta Dadweriyê yê Îranê, bal kişand  ser hewldana  dijminan bona pêkanîna  bêtifaqiyê navbera misilmanan  û got: Dijmin bi mesela DAIŞ`ê, El-Qaidê, tevgerên tekfîrî û bi pêkanîan  bêtifaqiyê navbera misilmanan li dû vê mijarê bûn lê azadiya Qudsê  her tim yekim mesela cîhana  Îslamê bûye.

Reyîsî her wiha hegera işkesta komploya danûstandina sedsalê, berxwedana  gelê Filistînê li hember vê plana  siyonsîtî-rojavayî da zanîn.

Dawîn înya meha pîroz a Remezanê bi însiyatîva Îmam Xumêynî(RE), xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê roja cîhanî ya Qudsê hatiye bi navkirin.Meşa roja cîhanî ya Qudsê roja îniyê 31 Gulana 2019`an, 26 Remezana 1440 koçî- hîvî hevgavê Îranê li welatên din ên cîhanê jî dê were lidarxistin.

Başa dön tuşu