Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Dema meaş wergirtinê teqîn: 50 leşker Jiyana xwe ji dest danin

Leşkerên artêşa Yemenê di dema meaş wergirtinê de rastî êrişa xwekujî hatin, li gorî doneyên pêşî di êrişê de herî kêm 50 leşker hatin kuştin.

Berpirsekî ji Wezareta Navxweyî ya Yemenê di daxuyaniya xwe de ragihandin ku di encama êrişa xwekujekî li bajarê Adenê de zêdetirî 50 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Li gorî zanyariyan êrişa xwekujî rêxistina terorîst a DAIŞê berpirsyariya wê girtiye ser xwe.

Ji aliyê din ve li gorî leşkerên hikûmetê diyar kirin, herî kêm di vê êrîşa xwekujî de 70 leşkerên Yemenê hatin kuştin û birîndar bûne. Êrişa xwekujî dema leşkeran bi dorê dema meaşên xwe li pêş bankeya Solbanê ya nêzîk Adenê werdigirtin pêk hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu