ÎranNûçeRojhilatanavin

Seyid Îmam Elî Xamaneyî ji ber bûyera jordaketina balafirê sersaxî da

Rêberê giranqedr ê cîhana Îslamî Seyid Îmam Elî Xamaneyî ji ber bûyera tal a jordaketina balafira hilgira karmendên Hêza Hewayî ya Artêşa Komara îslamî ya Îranê, sersaxî da.

Li gorî rapora Malpera ragihandinê ya nivîsgeha Seyid Îmam Elî Xamaneyî  li peyamekê ji ber bûyera tal a jordaketina balafira hilgira karmendên Hêza Hewayîya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê û mirina wan ezîzan û rêwiyên din ên wê firrînê, bi xemeka giran sersaxî da malbatên wan û malbata mezin a Artêşê û Hêza Hewayî.

Rêberê giranqedr ê cîhana Îslamî, pêgîrî kir: Pêwîst e berpirs, xalên lawaziyê û şaşitiyên muhtemel nas bikin û bişopînin.
Balafira Bûyîng (Boing) a 707 a Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, sibeha Duşemiyê dema vegeryana ji Qirqîzistanê tûşî qezayê ve hat û li balafirgeha Feth a parêzgeha Elborzê li rojavaya Têhranê jorda ket.

Di encama vê bûyerê de 15 rêwiyên vê balafirên canê ji dest dan.

Başa dön tuşu