NûçeRojhilatanavinSûriye

Hevdîtina Zerîf û Beşar Esed li Şamê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li dewama şêwirînên xwe li Şamê tev Beşar Esed serokkomarê Sûriyê hevdîtin pêk anî û li bara meselên curbicure dualî û navçeyî gotûbêj kir.

 Muhemed Cewad Zerîf û Beşar Esed li vê hevdîtinê ser pêwîstiya  berfirehkirina hevkariyên aborî yên her du welatan û  hevkariya şîrketên  îranî li avedankirina  Sûriyê, piştî serketina berxwedanê û rawestana li ber terorîzmê sekinîn.

Her du alî li vê hevdîtinê teqez kirin ku piştî serketina berxwedanê û rawestana li  terorîzmê pêwîst e ku ran û Sûriye li warên curbicur bi taybet aboriyê hevkariyên xwe berfireh bikin û şîrketên  îranî li dewra avedankirina  Sûriyê hizûr û beşdariya çalak hebin.

Wezîrê karên derve yê Îranê û serokomarê Sûrîyê her wiha  li bara  meselên herî giring ên peywedniyên dualî, navçeyî pêwîstiya  vegeryana  awareyan û mijarên  li gor elaqeta her du aliyan gotûbêj kirin.

Muhemed Cewad Zerîf  pêştir tev Welîd Muelim wezîrê karên derve û Îmad Xemîs serokwezîrê Sûriyê hevdîtin pêk anîbû.

Muhemed Cewad Zerîf  roja duşemiyê dema  gihêşt balefirgeha  Şamê, got: Piştî serketinên  baş ên  bereya berxwedanê li dijî komên  tundrê û terorîzma  li Sûriyê dema avedankirina  vî welatî hatiye û welatên hevpeymanê Sûriyê têde  dê hevkariyê bikin.

Zerîf îro duşemiyê di çarçova sefereke yekrojî de gihêşt Şama paytexta Sûriyê.

Başa dön tuşu