Seyîd Mehmûd Elewî: Heke dijminên Îranê pêngavekî dijî Îranê rakin, yê bersiveke serkutker wergirin
Wezîrê Ewlehî û Lêzanînan ê Îranê bal kişand ser gefxwarinên Amerîkayê yên li dijî Komara Islamî ya Îranê û got: Heke dijminên Îranê pêngavekî dijî Îranê rakin, yê bersiveke serkutker wergirin.
Seyîd Mehmûd Elewî îro bi gotina vîya ku rayedarên dewleta Amerîkayê bi zextê û dijwarkirina lîstikên zarokane û şerê rewanî lê digerin derbê li Îranê bidin û ragihand: Bila Donald Trump serokomarê Amerîkayê bizane ku gelê Îranê bi nexşeyên şûm û lîstikên zarokane yên dewleta Amerîkayê naxape.
Elewî bal kişand ser berxwedana gelê Îranê li hemberî gefan û şerê rewanî yê dijminên Inqilaba Islamî û Komara Islamî ya Îranê di 40 salên buhurî de û got: Gelê Îranê tu wexta li hemberî gefên Amerîkayê natewe.
Wezîrê Ewlehî û Lêzanînan ê Îranê herwiha bal kişand ser pêşnîyara Amerîkayê ya muzakireya digel Îranê û got: Îranê li gorî ezmûna ji ber salên buhurî ji wan ezmûna têkildarî Rêektinama Atomî, hîç pêbawerîyek li muzakireya digel dewleta Amerîkayê tineye.
Donald Trump serokomarê Amerîkayê roja duşem 6`ê Tebaxê bi fermanekê hin boykotên neqanûnî ser Îranê da sepandin ji wan pişkên maşînçêkirin û zêran digirin ber xwe.