ÎranNûçeRojhilatanavin

Seyid Mehmûd Elewî: Roxandina 3 tîmên terorîstî li başûrê rojavayê Îranê

Wezîrê Îtileatê (Îstixbarat û Ewlekariyê) yê Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku 3 tîmên terorîstî li ser sînorê Şelemçê ya parêzgeha Xûzistanê li başûrê rojavayê Îranê hatin tesbîtkirin û roxandinê.

Wezîrê Îtileatê (Îstixbarat û Ewlekariyê) yê Komara Îslamî ya Îranê seyd Mehmûd Elewî îro li dema serdana sînorê Şelemçê ya parêzgeha Xûzistanê di nav nûçegihanan de got: 15 endamên sê tîmên terorîstî hatin girtin û wan îtiraf kirin ku dil hebûn li ser riya ziyaretkirin herema Îmam Husên (S) bombeyan biteqînin.

Wezîrê Îtileatê yê Komara Îslamî ya Îranê got: li welatên wekî Fransayê ji her 10 operasiyonên terorîstî hêzên ewlekarî û îstixbarata wan bi tenê dikarin 5 an 6 kiryarên terorîstî bê bandor bikin, lê belê li Îranê ji her 100 babetê ve 99 babet tên bêbandorkirin  ku eva li asta xebatên teşkîlatên îstixbaratî û ewlekariyê li cîhanê bê mînak e.

Elewî herwiha bal kişand ser komployên dijminan û got: Amerîka û rejîmên siyonîstî û siûdî sermayeke zav bo tevgerên tekfîrî bikar tînin daku ew kiryarên terorîstî  di nav Îranê de cih bînin, lê belê hêzên ewlekarî û îstixbarata Îranê van komployan pûç û bê bandor dikin.

Başa dön tuşu