NûçeRojhilatanavinSûriye

Pevçûnên navbera terorîstên DAIŞ`ê û bereya El-Nusrê li Sûriyê

Li encma pevçûna grûpên terorîstî yên DAIŞê û bereya El-Nusrê li kempa Yermokê li başûrê Şamê hejmarek ji terorîstan hatine kuştin,an birîndar bûn.

 Li gorî rapora IRIB Newsê, komîtên hevdengiya grûpên çekdar ên Sûriyê îro înê ragihand: Pevçûnên  navbera grûpên terorîstî yên DAIŞê û bereya El-Nusreyê li kempa Yeremokê wextekê qewimî ku yek ji kesên çekdar ên bereya El-Nusrê kemberê xwe yê teqînê nav endamên DAIŞê teqand.

Li encama vê teqînê 8 terorîst hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn .

Televîzyoan Al-Alamê jî ragihand li encama pevçûna  navbera grûpên  çekdar û endamên DAIŞê li Qelmûnê li rojhilata  Rîf Şamê, hejmarek ji terorîstên DAIŞê hatine kuştin, an birîndar bûne.

Di eynî demê de çavkaniyên  sûrî roja înê ragihandin  Yûnis Şueyb navdêr bi Ebûhesen serkirdê grûpa terorîstî ya bereya El-Nusrê li parêzgeha Idliba Sûriyê hatiye kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu