ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Seyîd Mucteba Husêyînî nûnerê Seyyid Xameneyî li Iraqê:

Ayetullah Seyîd Mucteba Husêyînî nûnerê rêberê mezine inqilabê li Iraqê li daxûyaniyekê piştevaniya şexsiyet û gelê Iraqê ji gelê Îranê û mehkûmkirina boykotên Amerîka dijî Îranê qedrzanî kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ayetullah Seyîd Mucteba Husêyînî nûnerê rêberê mezine inqilabê li Iraqê li daxûyaniya xwe ya qedrzaniya ji gelê Iraqê, bal kişande ser daxûyaniyên curbicur ji aliyê aliyên siyasî û şexsiyetên mezine şîe û sunî li mehkûmkirina boykotên Amerîka dijî Îranê got: Işkesta dijminan hetmî ye.Wî destnîşan kir: Meseleya boykota Îranê tiştekî nû nîne û rejîma Amerîka hema ji destpêka serketina inqilaba îslamî ya Îranê dewam daye dijayetiyên xwe yên dijî gelê Îranê.

Trump li daxûyaniyekê raghand ku ji sibê sêşemê 7 Tebaxê ve , boykotên pêşeya trimbêlan, zêr û Riyala  Îranê dê cih werin û boykotên bankî û niftî jî ji 5 Mijdara 2018`an dê cih werin.

Serokkomarê Emerîkayê li vê daxûyaniyê cardinê weke  hevhatineke  bi xof da zanîn û ragahnd ku welatên ku peywendiyên  xwe yên aboriyê bi Îranê re qut nekin dê rastî dûhatên  qaşo giran bên.

Trump li vê daxûayniyê hewl da ku şîrketên ewrûpî bo derketina ji Îranê han bide. Eva li halekê ye ku  Yekitiya Ewrûpayê îro duşemiyê li daxûyaniyekê mixabiniya xwe ji vegeryana boykotên  Emerîkayê mixabiniya xwe da diyarkirin û li bara cihanîna  qanûnên berbendçêker ji bo rawestanali ber boykotên Emerîakyê agahî da û destnîşan kir ku ji bo parastina riyas aborî ya bi bandor  bi Îranê re  û dewama firotina  nift û gaza Îranê hewl dide.

Dewleta Emerîkayê 8 gulana 2018`an  ji rêketina  navokî derket ev kiryara  Waşengtonê  ji aliyê civaka navneteweyî ve hat şermezarkirin.

Başa dön tuşu