IraqNûçeRojhilatanavin

3 gundî ji ber êrişa firokeyên Tirkiyê hatin kuştin

Li devera Kanî Masî ya Duhokê 3 welatiyan ji ber êrişa firokeyên Tirkiyê can dan.

Firokeyên şer yên Tirkiyê îro danê sibê, bi hêceta hebûna hêzên PKKê, derdora nahiya Sersingê ya Duhokê dan ber bombeyan.

Li gorî agahiyan, di encama wê êrişê de 3 gundiyên Başûrî, ku dixwastin biçin gundê Gêrka yê Sersingê, canê xwe ji dest dan.

Tê gotin ku ew her sê gundî xelkê gundê Eredena yê nahiya Kanî Masî bûne.

Başa dön tuşu