ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Pevçûnên artêşa Yemenê tev kirêgirtiyên siûdî didomin

Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê êrişa kirêgirtiyên  Erebistanê ser navçeyekê li parêzgeha  Teizê li başûrê Yemenê bêencam kirin ku li encama  wê hejmarek ji eskerên siûdî hatin kuştin.

Her wiha li encama pevçûnên  giran navbera hêzên yemenî û eskerên siûdî li navça  sînorî ya El-Buqeê li bakurê Yemenê panzêreke eskerên siûdî  îmha bû û hemî lênişitiyên wê hatin kuştin.

Topxana artêşa Yemenê li bersiva êrişên Erebistanê navendên siûdî li navça  Necranê gullebaran kir.

Navenda eskerî ya Cehfanê li parzêgeha  Cîzana Erebistanê jî li encama êrişên  artêşa Yemenê kavil bû.

Êrişên Erebistanê  ser navçên curbicur ên Yemenê zêde bûne.

Balefirên cengê yên Rejîma Siûdî çend caran navça El-Xoxe li parêzgeha  Hedîdê dan ber êrişên xwe yên hewayî. Li bara hejmara  goriyên  van êrişana  tiştek nehatiye weşandin.

Erebitsanê ji Adara 2015`an  heya niha  êrişên xwe bi armanca vegerandina  Ebd Rebê Mnsûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê Yemenê ser desthilatê destpê kir.

Li encama van êrişana heya niha  bi hezaran yemenî hatine kuştin û birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu