IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Êrişa Heşda Şebî ya Iraqê ser pêgehên DAIŞê li ser sînorê Sûriyê

Yekîneya Mûşekî ya Heşda Şebî ya Iraqê li ser sînorê Sûriyê êrişî ser pêgehên terorîstên DAIŞÊ kirin.

Kanala Someria Newsê ya Iraqê ragihand ku di encama êrişa mûşekî ya Heşda Şebî ser pêgehên terorîstên DAIŞê li ser sînorê hevpar ê Iraq û Sûriyê gelek ji wan kuştin û birîndar kirin.

Yekîneya Mûşekî ya Heşda Şebî ya Iraqê êvara înê jî çeper û pêgehên terorîstên DAIŞê li devera El-Baxûz ya parêzgeha Dêrazora Sûriyê gullebaran kirin ku di encamê de herî kêm 15 terorîst hatin kuştin û bi dehan terorîstên din jî birîndar bûn.

Êrişa balafirên Iraqê ser DAIŞê  û topbaran û mûşekbarankirina pêgehên terorîstên vê komê ji aliyê Iraqê ve di nav axa Sûriyê de di çarçova hevkariyên Bexda û Şamê ya li dijî terorîstan cih tê.

Ji aliyê din ve hêzên Heşda Şebî ya Iraqê karîn hewldana terorîstên DAIŞê ji bo çûyîna nav gundên derdora bajarê Xaniqeynê li parêzgeha Diyalî ya rojhilata Iraqê bê encam bikin.

Başa dön tuşu