İslami Davet Kurdi Bange İslami

Şeytana mezin Amerîka 148 milyon dolar li bûca alîkarîya leşkerî bo Rêjîma Sîyonîst zêde kir

Kongira Amerîkayê 148 milyon dolar li bûca alîkarîya leşkerî bo Rêjîma Sîyonîst zêde kir û ew gîhande 705 milyon dolarî.

Li gorî rapora rojnama Ceruzalim Postê, armanca Kongira Amerîkayê ji vî karî ku di çarçova bûca sala 2018`an de tê kirinê, alîkarîya bo pêşxistina mertalên mûşekî yên rêjîma Israîlê ye.

Li gorî gotina Avîgdor Lîbêrmen wezîrê cengê yê Rêjîma Isrîalê, Kongira Amerîkayê li bûca sala 2018`an a vî welatî, rêkora alîakrîya leşkerî bo bernama berevanîya mûşekî ya vê rêjîmê derbas kirîye û gîhandîye 705 milyon dolarî.

Li gorî raporan, ev zêdekirina bûcê dê ji bo ceribandinên zêdetir ên mertalên mûşekî yên Rêjîma Sîyonîst were bikaranîn.

Lîbêrmen di vî warî da bal kişand ser piştgirîyên Amerîkayê ji rêjîma Israîlê û nemaze sermayeguzarîya 6.5 milyard dolarî li projên mertalên mûşekî û got: Tel Avîv dê qedrê dewlet û Kongira Amerîkayê ji ber vê laîkarî û sozdarîyê bigire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version