CîhanIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Şeytana mezin Amerîka bi hezaran zarok li Surîyê û Iraqê qetl kir

Ji ber êrişên Hevpeymaniya Amerîkayê li Sûriye û Iraqê li pênc salên bihurî ku bi îdiaya şerê li dij terorîsmê cih tên nêzîkî hezar zarok li van du welatan hatine kuştin.

Li gor nûçeya Televîziyona Rûsya El-Yewm koma Koma Zêrevanê Mafê Mirovan a Sûriyê  duh bi weşandina daxuyaniyekê bi minasibeta pênc-saliya mudaxileya  Hevpeymaniya Amerîkayê li Sûriye û Iraqê ya bi îdiaya şerê li dijî DAIŞê ragihand ku li van pênc salan di encama êrişên Hevpeymaniya Amerîkayê li Sûriye û Iraqê heya niha 3 hezar û 37 sivîl ji wan 924 zarok û 656 jin hatin kuştin.

Zêrevanê Mafê Mirovan a Sûriyê herwiha got: Hevpeymaniya Amerîkayê qet guhê xwe nade ser qanûnên navneteweyî û mafên mirovan û bi caran van qanûnan binpê dike.

Vê komê herwiha got: Hevpeymaniya hanê bi tenî îtiraf kiriye ku hezar û 313 kesên sivîl  li Sûriyê û Iraqê kuştine ku eva bi tenê sedî 43 ji kuştiyên sivîl bi destê vê komê ye.

Başa dön tuşu