İslami Davet Kurdi Bange İslami

Şeytana mezin Amerîka careka din ji kompaniyên navneteweyî xwest ku bi Îranê ra bazirganiyê nekin

Alîkara wezîrê Xezînedariyê yê Amerîkayê roja sêşemiyê ji hevpeymanên vî welatî û kompaniyên navneteweyî xwest ku xwe ji danûstandinên bzirganiyê digel Komara îslamî ya Îranê dûr bikin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Alîkara wezîrê Xezînedariyê yê Amerîkayê, Sîgal Mendêîlkêrê li civînekê bi mazûvaniya Lobiya dijî Îranê ya “Binyata berevaniya ji Dêmokrasiyan” îdia kir ku “Kompaniyên ku bi Îranê ra danûstandinê bazirganiyê bikin, dikevin ber metirsiyên mezin”.

Alîkara wezîrê Xezînedariyê yê Amerîkayê ji hevpeymanên vî welatî xwest ku tor û kanalên xwe yên aborî û malî xurt bikin û kompaniyên xwe neçar bikin ku zêdetirê hişyar bin da ku nekevin dafika titşê ku wî wek torên xapînok ên Îranê.

Amerîkayê pêştir jî ji kompaniyên navneteweyî xwestibû ku xwe ji danûstandina bazirganiyê bi Îranê ra dûr bikin.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja Sêşemiyê 8ê Gulanê bi dubarekirina tawanên bêbingeh dijî Îranê derketina Waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî û vegeriyana boykotên navokî di heyamam ji sê heta 6 mehên tê da ragihand.

Brîtanya, Frasna, Rûsiye, Çîn, Almanya û Yekîtiya Ewropayê wek aliyên îmzekerê Lihevkirina Atomî ya navbera Îranê û Koma 5+1ê ya nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar ragihandine ku ewna pişta vê lihevkirina navneteweyî digirin.

Ev karê Trump tûşî şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû.

Waşîngtonê teqez kiriye kompaniyên ku hevkariya digel Îranê bikin, dê bazarên Amerîkayê ji dest bidin û tûşî cezayên giran bibin.

Exit mobile version