CîhanNûçeRojhilatanavin

Şeytana mezin Amerîka dest bi 38 milyar dolar alîkariya bo Îsraîlê siyonîst dike

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku ew dest bi 38 milyar dolar alîkariya bo Îsraîlê siyonîst dikin.

Sala 2016an di dema serokatiya Barack Obama de li gel Îsraîlê siyonîst di warê ewlkariyê de peymaneke bo 10 salan hatibû îmzekirin. Li gor vê rêkeftinê Amerîka dê 38 milyar dolar alîkariya Îsraîlê bike.

Berdevka Wezareta Derve ya Şeytana mezin Amerîka Heather Nauert bi daxuyaniyeke nivîskî pesnê vê peymanê da û aşkera kir ku Donald Trump dê wê peymanê berdewam bike.

Li gor wê peymanê di maweyê 10 salan de Şeytana mezin Amerîka ji bo bihêzkirina ewlekariya Îsraîlê û pêşdebirina têkiliyên herdu aliyan dê 38 milyar dolar alîkariya Îsraîlê bike. Heather Nauert got ku ew bêyî merc piştevaniya mafê Îsraîlê yê xweparastina xwe dikin û Îsraîl dostekî Amerîka ye û diyar kir; “Ev peyman dê alîkariya xweparastina Îsraîlê siyonîst bike li hember hemû cure gef û metirsiyan.”

Di navbera herd dewletan de sala 2007an di dema George W. Bush de bo maweyê 10 salan peymanek pêk hatibû ku ji bo 2009-2018an Amerîka 30 milyar dolar alîkarî da Îsraîlê.

Barack Obama jî piştî ku hat ser postê serokatiyê ew peyman dewam kir û ji bo 2019-2018an peymanek hatibû çêkirin ku li gor peymanê Şeytana mezin Amerîka dê 38 milyar dolar di warê serbazî de alîkariya Îsraîlê siyonîst bike.

Şeytana mezin Amerîka piştî Duyem Şerê Cîhanê zêdetirîn alîkarî da Îsraîlê siyonîst ku weke hevalbend û dostekî li Rojhilata Navîn dibîne. Li gor daneyên Beşa Lêkolînan a Kongresa Amerîkayê, rêveberiyên Amerîka heta niha 130 milyar dolar alîkarî dane Îsraîlê ku beşek mezin ji vê alîkariyê di warê serbazî de bû.

Başa dön tuşu