IraqNûçeRojhilatanavin

Zîdebûna partîyan jibo rikeberîya li hilbijartinên parlimanî yên pêşeroja Iraqê

Çavkanîyên iraqî ragihandin ku hejmara partîyan jibo rikeberîya li hilbijartinên parlemanî yên pêşerojê li vî welatî zêde bûye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, komsîyona bilinda serbixwe ya hilbijartinên Iraqê şeva buhurî bi daxûyanîyekê bal kişand ser zêdebûna hejmara partîyên vî welatî anegorî hilbijartinên parlimanî yên sala 2014`an li Iraqê û ragihand ku hejmara partîyên ku navê xwe jibo hilbijartinên parlemanî yên sala 2018`ê qeyd kirine, giheştîyev 68`an. Li gorî vê raporê, li hilbijartinên sala 2014`an 68 partîyan navê xwe qeyd kiribûn û niha 33 partî zêde bûne. Qanûna partîyên Iraqê piştî gengeşe û nîqaşa sîyasî ya bi mehan di 27`ê Tebaxa sala buhurî da li parlemana vî welatî hat pejirandinê û hin karzan ser vê bawerê ne ku vê yekê rewş jibo çalakbûna partîyên nû li qada sîyasî ya Iraqê xweş kirîye.

Eva li halekî ye ku hin karzan ji ber zêdebûna partîyan li Iraqê dilgiranîya xwe nîşan didin û bi caran li ser pêwîstîya bisînorkirina hejmara partîyan sekinîne.

Li gorî bawerîya karzanên iraqî, gellek partîyan bandor û cîgeha xwe ya civakî tinene û tenê çend endamên wan hene û heta hinek yekesî ne û gellek ji wan ji hêla nêrînê va hevdeng in û heta têkilkirin ango yekirina hin partîyan heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu