CîhanNûçeRojhilatanavin

Şeytana mezin Amerîka hezar serbazên din dişîne Rojhilata Navîn

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku nêzîkî hezar serbazên xwe dişîne rojavayê Asyayê.

Wezîrê bi wekalet yê Berevaniya Amerîka, Patrick Shanahan vê sibehê di rûpela xwe ya Twitterê de ragihand: Li ser daxwaza fermandehiya navendî ya artêşa Amerîkayê li rojavayê Asyayê (CENTCOM) dê hezar serbazên din jî bişînin rojavayê Asyayê (Rojhilata Navîn).

Shanahan daye zanîn, ew serbaz dê di çarçoveya bernama parastina personel û hêzên Amerîkayê yên li navçê de bên şandin û gotiye, niyeta Amerîka nîne bi Îranê re şer bike û şandina wan hêzan tenê bo wê ye ku Amerîka ji silameta hêzên xwe yên ku bo parastina berjewendiyên Amerîka li navçê ne, piştrast be.

Berpirsekî Amerîkî jî, ku nexwastiye navê wî were ragihandin, ji Reutersê re gotiye, ew hêza nû ya ku Amerîka dişîne Rojhilata Navînê, dê di warên komkirina agahiyan û çavdêriyê de kar bikin.

Hêjayî gotinê ye ku Amerîka mehek berê jî hezar û 500 serbaz şandibû Rojhilata Navîn.

Hevdemê vê yekê wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di daxuyaniyekê de diyar kir ku Amerîkayê qasî 8 milyard û sedmilyon dolar çek û sîlah firotine Erebistan, Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Emaret) û Urdinê.

Kiryarên kêşesaz ên Amerîkayê li rojavayê Asyayê li van mehên dawiyê bi şandina kompapora balafirhilgir a Abraham Lînkoln û yekîneyên balafirên bombavêj ên B-52 bo Rojhilata Navîn zêde bûne.

Başa dön tuşu