Li êrîşa firokeyên şêrr ên Hevpeymaniya Xwedêbergiravî Navneteweyî ya dijî DAIŞê bi fermandetiya Amerîkayê li ser navçeyeka derdora Dêrazorê li rojhilata Sûriyê, heşt endamên malbatekê hatin kuştin.
Li gorî rapora SANA Newsê, Firokeyên şêrr ên Hevpeymaniya Xwedêbergiravî Navneteweyî ya dijî DAIŞê bi fermandetiya Amerîkayê di dewama cinayetên xwe li Sûriyê, bajarokê Baxûzê li derdora ropjhilatî ya Dêrazorê dane ber bombeyan.
Firokeyên şêrr ên Hevpeymaniya Xwedêbergiravî Navneteweyî ya dijî DAIŞê bi fermandetiya Amerîkayê di hefteyên dawî bi caran navçeyên cûrbicûr ên parêzgeha Dêrazorê bombebaran kirine û heta li hinek ji van êrîşan bombeyên qedexe yên fosforî xebitandine.
Dewleta Sûriyê bi caran bi şandina nameyan bo sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û Serokê Konseya Ewlehiyê ya NY ji wan xwestiye ku dawî li cinayetên Amerîkayê li Sûriyê bînin.