CîhanEfxanîstanEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Şeytana mezin Amerîka: Me bi şaşî kuştin

Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Afganistanê ji bo em êrişên milîtanên Talîbanê bişkînin bi şaşî me sivîl kuştin.

Baregeha Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) li Afganistanê di daxuyaniya xwe de got: “Di êrişên hewayî de sivîlan zirar dît. Bûyer li Balafirxaneya Kabîl a Afganistanê dema ku me xwest em êrişên milîtanên rêxistina Talîbanê bişkînin pêk hat.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku Hêza Hewayî ya Amerîkayê ji bo piştgiriya hêzên ewlehî yên Afganistanê êrişeke hewayî pêk anî. Mixabin moşekek rast nexibitî û di encamê de sivîlan zirar dît. Baregeh ji ber zirardîtina sivîlan xemgîn e.

Baregehê di daxuyaniya xwe hejmara sivîlên afganî ku di êrişa hewayî de zirar dîtine eşkere nekir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu