EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Talîbanê kemîn veda: 100 leşkerên afxanî hatin kuştin

Nêzîk 100 leşkerên afxanî îro di kemîneke tevgera Talîbanê de hatin kuştin ku dihesibe yek ji mezintirîn derbeyên Artêşa Afxanistanê di van mehên dawî de dixwe.

Rojnameya “Life” ya Îngilîzî ragihand ku hejmara kuştiyan li Cah Incîzê gihişt 90î lê gelek çavkaniyên din got ku hejmar zêdetir e. Ji aliyê din ve, çavkaniyekê diyar kir, dema ku hêzên hikûmî ber bi Leşgergahê ve diçûn, kemîn li sê cihan ji bo wan hatibû vedan û di encamê de bi sedan ji encamên hêzên ewlehiyê xwe radest kir û Talîbanê dest danî ser gelek navgînên bizirx û çekan. Herwiha Berdevkê Tevgera Talîbanê ew agahî piştrast kirin û diyar kir ku kesên çekdar hatin kuştin û bi dehan keşker dîl hatin girtin. Rojnameya “Life” li ser zimanê leşkerekî wiha ragihand: “Em tabûrek bûn, lê tenê ez û du leşkerên din ji kemînê xelas bûn.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu