Li encama bombebarana hin beşên wilayeta Hilmenda Efxanistanê ji aliyê balefirên cengê yên hêzên biyanî bi serkirdetiya Emerîkayê, çend kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Muhemed Yasîn Xan, waliyê Hilmendê kuştina çend kesên sivîl li encama êrişa hewayî ya hêzên biyanî ser bajarê Germesêra Wilayeta Hilmendê piştrast kir lê amareke deqîq li bara hejmara kuştî û birîndaran raber nekir.
Li vê barê, hin raporên ne fermî li bara kuştina 20 kesên sivîl ên efxan li encama vê êrişê agahî dane.
Şemiya buhurî jî li encama êrişa hewayî ya hêzên biyanî ser wilayeta Hilmendê du kesên sivîl ên efxan hatin kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûn.