Şeytana mezin Amerîka zilm li ser penaberan dike
Rojnameyeke emerîkî bi weşandina hin wêneyan, bedreftariya kedkarên kampeke penaberan a li hemberî zarokan eşkere kir.
Li gorî rapora rojnama ‘ Arizona Republic “ê yek ji van vîdyoyan nîşan dide ku kedkarek sîleyekê li zarokekî koçber dide.
Vî karmendê navendê dema kuzarokê koçber ji ber reftara wî êrişî ser wî dike, pênekê lêdixe.
Li vîdyoya duwem, kedkareke jin, zarokekî koçber pal dide û heta ber odeyê wî ser erdê radikşîne.
Kedkarekî din jî hema wisa zarokekî din ser erdê radikşîe.
Vîdyoya sisyan jî nîşan dide ku pola van zarokan li hev ketiye lê diyar nîne ku çi qwmiye. Ajansa federal ev vîdyoya nezelal kiriye.
Rapora van babetan û her wiha candayîna keçkeke heft salî ya Guwatmalayî li Emerîkayê, çîwaza reftara dewleta Donald Trump serokkomarê vî welatî li hember derbasbûna koçberên bê belge li sînorê Mekzîkê, daniye bin zerebînê û rexneyên ji siyasetên wî yên li dijî koçberiyê zêde kirine.
Li gorî gotina berevanên mafên mirovan, şêwaza reftara bi vê keçika Guwatmalayî, mînakek ji reftara ne însanî ya rayedarên federala Emerîkayê bi koçberan re ye.